KCK: Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn neteweya demokratîk e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a (KCK'ê) êrîşên ku  Îsraîl û Fîlîstînê dibin sedema mirina bi hezaran kesê dive di demêk nîz de  bisekinin û destnîşan kir  Çareseriya pirsgirêkên  Rojhilata Navîn neteweya demokratîk e.

KCK: Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn neteweya demokratîk e
13 cotmeh 2023   06:42

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bûyerên li Fîlîstîn û Îsraîlê diqewimin nîşan didin ku projeya neteweya demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çiqasî girîng e.

Daxuyaniya bi vî rengî ye:

"Ji 6’ê Cotmeha 2023’an û vir ve, di êrîşên Hamasê û êrîşên dewleta Îsraîlê yên li dijî Filistîniyan de bi taybetî êrîşên li Xezeyê, bi hezaran mirovên Îsraîlî û Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Di encama van êrîşan de komkujî pêk hat. Vê rewşê em gelekî êşand û birîndar kir. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em sersaxiyê hem ji gelê Ereb ên Filistînê û hem jî ji gelê Yahûdî yê Îsraîlê re dixwazin. Em diyar dikin ku ji ber vê rewşê em gelekî xemgîn û bi fikar in. Senaryoyên ku ji bo paşerojê li ser têne axaftin û her wiha tiştên ku heya niha hatine kirin, pir xemgîn in. Ev helwestên pir xelet in ku pirsgirêkan kûrtir dike û di encamê de gelan qir dike. Beriya her tiştî divê di zûtirîn demê de dev ji van helwestan bê berdan û êrîş bêne rawestandin.

Çawa ku rêbazên Hamasê şaş in, helwesta dewleta Îsraîlê jî nayê qebûlkirin. Divê dewleta Îsraîlê dawî li êrîş û dorpêça li ser Xezeyê bîne û bi tu awayî tundiyê li gelê Filistînê neke.

CAREKE DIN EŞKERE BÛ BÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK ÇIQASÎ GIRÎNG E

Pirsgirêka Filistînê ne bi rêbazên tundiyê, lê bi demokrasiyê û bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe. Nêzîkatiya tundûtûjiyê wê pirsgirêkan hîn kûrtir bike. Rewşa bi êş a ku di van çend rojên dawî de derketiye holê, encama ku pirsgirêka Filistînê ber bi xitimandinê ve diçe. Sedema vê jî pirsgirêk bi xwe ye. Ger mirov bi rastî ji vê rewşê aciz be, divê li ser çareseriya pirsgirêka Filistînê bisekine. Her gava ku bê avêtin û bêyî nîqaşkirina çareseriya pirsgirêka Filistînê û mafên gelê Filistînê were avêtin wê bibe sedema kûrbûna pirsgirêkan. Pirsgirêka Filistînê ya sed salî ev rastî gelek caran îspat kiriye.

Bûyerên li Filistîn û Îsraîlê diqewimin, girîngiya nêzîkatiya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, careke din nîşan dide. Zîhniyeta dewletparêz çavkaniya pirsgirêkên civak û mirovahiyê ye. Her ku ji dîrokê heta îro zîhniyeta dewletparêz bi pêş ketiye, pirsgirêk jî zêde bûne. Sedema ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pir in û kûr in ew e ku dewlet yekemcar li Rojhilata Navîn çêbûye. Ev zihniyeta dewletparêz di çavkaniya pirsgirêka dîrokî ya Ereb-Yahûdiyan de ye. Li aliyê din, bi veguhestina pergala netewe-dewletê ya ku modernîteya kapîtalîst bi pêş xistiye, pirsgirêk hîn kûrtir bûne. Di serdema me de hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd jî di nav de, ji ber zihniyeta netewe-dewletparêz e. Zihniyeta netewe-dewletparêz di bingeha pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê de ye. Hemû pirsgirêk di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê ku du pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn in, tenê bi derbaskirina zihniyeta netewe-dewletparêz çareser dibin. Tenê bi vî awayî rêveçûna şaş a bûyerên Rojhilata Navîn dikare were rastkirin. Ger li Rojhilata Navîn guhertinek rasteqîn pêk were, rêveçûna bûyeran biguhere, ev yek tenê bi derbaskirina zîhniyeta netewe-dewletparêz, bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk a Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana hevbeş, wekhev û hevpar pêkan e. Li ser vê bingehê pirsgirêkên gelên Kurd û Filistînê bi çareseriya demokratîk dibe. Rastiya civakî ya Rojhilata Navîn vê nêzîkatiya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan bi pêş xistiye piştrast dike û pêdiviya lezgîn derdixe holê. Wek gelek caran tê gotin, pirsgirêk bi avakirina dewletan nayên çareserkirin. Berovajî vê, bi xurtkirina civakê, pêşxistina demokrasiyê û pêşxistina jiyana neteweya demokratîk a li ser esasê xwerêveberiya azad, wekhev, demokratîk û îradeya gelan dikare pirsgirêk bên çareserkirin. Bi vî awayî hem pirsgirêkên gelê Yahûdî û hem jî yên gelê Filistînê çareser dibe. Li Qudsê ku ji bo sê olan ve pîroz tê dîtin û li erdnîgariyên kevnar ên Filistîn û Îsraîl, bi vê modelê bi azadî û aştiyane jiyîn baştir e. Ji xeynî vê, modelên netewe-dewletparêz ên ku têne bikaranîn, bêguman dibin sedema şer û hilweşandina hev. Ev rewş herî baş di rastiya Ereb-Yahûdiyan de derdikeve holê. Yekane rêbaza ku wê vê dubendiya nakokî û tunekirinê ji holê rake, nêzîkatiya neteweya demokratîk e.

EM BI DOZA MAFDAR A GELÊ FÎLÎSTÎNÊ RE NE

Doza gelê Filistînê rewa ye û tu tişt nikare rewatiya vê dozê ji holê rake. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em her tim li cem doza mafdar a gelê Filistînê ne. Çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê jî mîna pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêşxistina demokratîkbûna Rojhilata Navîn girîng e. Divê dewleta Îsraîlê vê rastiyê bibîne û beriya her tiştî hebûn û vîna demokratîk a gelê Filistînê nas bike. Çareseriya pirsgirêka Filistînê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Yahûdî di nava azadî, aramî û aştiyê de bijî şertekî bingehîn e. Ji aliyê din ve nêzîkatiyeke rast û bi hurmet li hember trajediyên dîrokî û qirkirinên ku gelê Yahûdî pê rû bi rû mane hene. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Filistînê, gelê Yahûdî nikare bibe xwedî wijdan û pêkanînên pê re rû bi rû mane bi temamî nikare mehkûm bike û ji holê rake.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê Yahûdî xwedî vê zanebûn, feraset û îradeyê ye. Gelê Yahûdî yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e û di avakirina çand û civaka Rojhilata Navîn de xwedî cihek girîng e. Weke Kurd, Ereb, Fars, Tirk, Aramî û hwd. weke gelên Rojhilata Navîn mafê gelê Yahûdî jî heye li Rojhilata Navîn, li erdîngariya qedîm ku di dîrokê de jiyaye bijîn.

YA TAYYÎP ERDOGAN RONDIKÊN DEREWÎN E

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê jidil û rast nêzî pirsgirêka Filistînê nabin. Bi temamî weke mijareke ku bide şixulandin dibîne. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi vê têgihiştinê nêzî pirsgirêka Filistînê û gelê Filistînê dibe û di esasê de hewl dide vê ji bo bazirganiyê bi kar bîne da ku polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bimeşîne. Tenê ji ber vê sedemê bi pirsgirêka Filistînê re eleqeder dibin. Nexwe ne jidil li kêleka gelê Filistînê ne. Eger dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan di gotinên xwe de jidil bûna, berî her tiştî bi vî rengî nêzî Kurdan nedibûn û wê pirsgirêka Kurd çareser kiriban. Pirsgirêka Kurd jî weke pirsgirka Filistînê ye. Çawa ku li Îsraîlê bêyî dîtin û naskirina mafên gelê Filistînê demokrasî pêk nayê, li Tirkiyeyê jî bêyî dîtina rastiya Kurd, bêyî naskirina mafên gelê Kurd demokrasî pêk nayê. Bi taybetî jî nikarin li kêleka doza mafdar a gelekî din cih bigirin. Li Tirkiyeyê nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd wekî kaxizê turnûsolê ye. Ne pêkan e ku kesên bi rûyên tarî li Kurdan dinêrin û ji nedîtî ve tên, rast nêzî kesên din bibin û li kêleka wan cih bigirin. Eger hewl didin vê yekê bikin, ev tê wateya ku li holê berevajîkirin û dereweke du rû heye. Ya ku hikûmeta AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan dike ev e. Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li ser heman kursiyê de ji aliyekî ve qaşo dibêje tişta dewleta Îsraîlê dike neheqî ye, gazinan dike. Lê li aliyê din jî di dewama heman axaftinê de, bi kîn û nefretekê dibêje ku ew ê çawa zêdetir êrîşî Kurdan bike û zêdetir Kurdan bikuje. Gelo ev ne sextekariyek du rû û xapandina cîhanê be, çi ye? Ev bê guman rondikên derewîn e. Dema ku tiştên li Rojava tên kirin li holê ne û tê diyarkirin ku ev tê wê wateyê ku bidome, çawa dibe ku qala bûyerên Xezayê û êşên gelê Filistînê bike? Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de, hemû pergala binesazî û avahîsaziyê ya herêmê hate hedefgirtin. Bendav, santralên elektrîkê, birên petrolê, emdarên xwarinê û gelek tesîsên din bi balafirên bombebarkirî hatin bombekirin. Bi dehan kes di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkatiya wan a li hemberî gelê Kurd û ya ku dike ev e. Kesên ku van tiştan li Kurdan dikin, nikarin jidil nêzî gelê Filistînê û doza wan bibin. Li aliyê din yên ku li hemberî êrîş û komkujiyên dewlet û desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser Kurdan û Rojava bêdeng in, yên ku vê rast dibînin û piştgirî didin nikarin nêzîkatiyek rast raber bikin. Hêsirên van jî ji hêsirên tîmseh ên Tayyîp Erdogan pê ve ne tiştek din e. Dibe ku haya nîne çawa xuya dikin, lê ji xeynî wan hemû cîhan baş dizane ku ew çawa ne."