Di encama êrişa li dijî gundewarê Helebê de kuştî

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî rojavayê Helebê de sivîlek hat kuştin, hemwextî wê başûrê Idlibê topbaran kir.

Di encama êrişa li dijî gundewarê Helebê de kuştî
12 cotmeh 2023   20:42

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Kefer Emê yê başûrê Helebê topbaran kir û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da, her wiha gundê Meerbelît ê başûrê Îdlibê jî topbaran kir.

Têkildarî wê, hêzên hikumeta Şamê êrişeke bi balafirên bêmirov ku tê texmînkirin ên çeteyên Heyet Ehrar El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) in têk bir, der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

Berî rojekê di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî bajarokê Şinan û Keferhaya yên başûrê Idlibê de 2 sivîl birîndar bûn.

(mh)