Daîreya Têkiliyên Derve: Daxuyaniyên Erdogan durûtî û xweşermezarkirin e

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên Erdogan ên der barê Xeza, qutkirina ceyranê û rewşa mirovî de wekî durûtî û xweşermezarkirinek ya Erdogan pênase kir û got: "Divê hesab ji Erdogan bê pirsîn."

Daîreya Têkiliyên Derve: Daxuyaniyên Erdogan durûtî û xweşermezarkirin e
12 cotmeh 2023   17:59

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftinên Erdogan de daxuyanik weşan.

Daxuyanî wiha ye:

′′ Ligel bûyerên ku li herêmê, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin, binpêkirinên giran ên li aliyê Tirkiyeyê ve yên li dijî gelê me, saziyên me û binesaziya herêmê û sivîlan, Erdogan wekî her carê derdikeve û gotinên dûrî rastiyan dibêje. Wekî her car gotinên wî dûrî pîvanên rastiyan ne. Erdogan her carê hewl dide bûyeran ji bo nixumandina siyaseta xwe ya hundirîn bi kar bîne.

Axaftinên ku Tirkiye bi rêya Erdogan bi teoriyên derew û xapîndina raya giştî û durûtiya wî ya siyasî bi kar tîne, asta tevliheviya siyasî ya kûr îsbat dikee. Erdogan hewl dide hestên erebî û îslamî ji bo berjewendiyên xwe yên teng ên partiyetiyê îstismar dike. Erdogan her tim vê xapandinê pêk tîne. Daxuyaniya wî ya derbarê Xezeyê, qutbûna ceyranê û rewşa mirovî durûtî û xweşermezarkirineke eşkere ye. Ji ber ku bi vê gotinê nikare raya giştî bixapîne û kiryarên wî yên herî xirab ku bi taybet li herêmên me pêk tîne, îsbata vê yekê ye.

Çawa Dadgeha Navnetweyî li ser jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê yên girêdayî şerên li Bosna, Kroatya û Kosovayê, hesab serokê berê Yûgoslavyaya Slobodan Milosevic û serêkê berê yê Lîberyayê Charles Taylor pirsî, divê hesab ji Erdogan jî bê pirsîn û sûcdar sewqî edaletê werin kirin.

Ji ber zêdegavî, binpêkirin û wêrankirina ku Erdogan li hermên me pêk tîne, em bang li tevahî saziyên hiqûqî, navneteweyî, mirovî û Komîteya Lêkolînkirina rastiyan dikin ku bêdeng nemînin û lêkolîneke diyar, zelal û serbixwe der barê komkujî û binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me bide destpêkirin.

Tevahî komkujî û qirkirinên ku rejîma Tirk ji serdema desthilata Erdogan ve kirine, her wiha dagirkirin, guhertina demografî, piştevaniya wê ya bi teror û tundrawiyê re sûcên şer in.

Em têkoşîna hiqûqî ya li gorî nirxê edaletê didomînin. Em banga pêkanîna heq, edalet, nirx û rêgezên mirovî û exlaqî li tevahî cîhanê dikin. Em diyar dikin ku bêdengî ji bo Erdogan karteke rasterast a cesaretê ye ku li dijî gelê me û ji bo qirkirin û wêrankirinê zêdetir bi kar tîne."

(bb)