​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Her ku dewleta Tirk êrişan zêde dike DAIŞ çalaktir dibe

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku her ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde dike, çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de û şaneyên wê yên li herêmê zêdetir dibin û hewl didin çeteyên girtî xilas bikin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Her ku dewleta Tirk êrişan zêde dike DAIŞ çalaktir dibe
13 cotmeh 2023   00:47

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabriyel Şemon destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide modela Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe û herêmê bi temamî kontrol bike û Sûriyeyê dagir bike.

Şamon diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî encama berjewendiyên navneteweyî yên hevbeş li gel Tirkiyeyê ne û li dijî berjewendiyên Rêveberiya Xweser, gelê herêmê yê azadîxwaz e.

Her wiha Şamon diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji Sûriye tevahî re projeya çareseriya siyasî ye û wiha domand: “Ji ber wê divê hêzên navneteweyî siyasetên xwe yên li herêmê û berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku dewleta Tirk wêrankirina herêmê armanc dike.”

Her wiha Şamon got: “Her ku dewleta Tirk êrişan li dijî herêmê zêde bike, çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên herêmê de çalaktir dibin û şaneyên DAIŞ`ê hewl didin çeteyên girtî rizgar bikin.”

Şamon bal kişand ser zirarên ji ber êrişan li binesaziya herêmê hatiye û wiha domand: “Zirar mezin in. Em nikarin di van şert û mercên heyî de amûrên ku di encama êrişan de wêran bûne bînin. Mîna amûrên stasyonên veguhastina kerhebeyê. Ev jî barên li ser şêniyan girantir dike. Em dikarin bêjin ku karesat mezin e.”

Şamon di dawiyê de got: “Hedefgirtina navendên girîng, hedefgirtina debara welatiyan, îstiqrara aborî li herêmê ye. Ji ber ku jêderên Rêveberiya Xweser petrol, gaz û çandinî ye. Dewleta Tirk ji bo ku xelkê herêmê li dijî Rêveberiya Xweser derxe, ev navend kirin hedef.”

(şx)

ANHA