Dagirker bi dijwarî li gundên Şera û Şêrawayê didin

Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî li gundên Şera û Şêrawayê topbaran dikin. Di heman demê de balafirên şer û ên keşfê li ser Helebê, Şehba, Şêrawa û Şerayê digerin.

Dagirker bi dijwarî li gundên Şera û Şêrawayê didin
12 cotmeh 2023   17:44

Artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê, dîsa jî gundên Tinib, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Di heman demê de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li ser asîmanê Helebê û balafirên şer û yên keşfê li ser Şehba, Şêrawa û Şerayê digerin.

(bb)

ANHA