338 hezar kes ji Xezayê koçber bûn

Hejmara kuştî û birîndarên şerê Îsraîl-Hemasê her ku diçe zêdetir dibe. Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku zêdetirî 338 hezar niştecihên li Xezayê neçarî koçberiyê bûne.

338 hezar kes ji Xezayê koçber bûn
12 cotmeh, 2023   09:12

Şerê Hemas û Îsraîlê keta roja 6`an. Bîlançoya qurbaniyên bombebarana Îsraîlê ya li dijî Xezayê gihîşt hezar û 200 kesî, ya birîndaran jî bû 5 hezar û 600 kes.

Her wiha hezar û 200 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin, 2 hezar û 400 jî birîndar bûne.

Li aliyekî din Neteweyên Yekbûyî (NY) îro daxuyaniyek da û da zanîn ku zêdetirî 338 hezar kesên li Xezayê ji ber bombebarana dijwar malên xwe terk kirine.

Duh jî Îsraîlê dorpêçek giran danî ser Xezayê, di encamê de stasyona yekane ya kehrebeyê ya Xezayê hat girtin û kehrebe bi temamî qut bû. Derbaskirina xurek, av û sotemeniyê jî ji bo Xezayê hat qedexekirin.

(c)