Desteya Tenduristiyê: Em amade ne di hemû şert û mercan de kar bikin

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku hedefgirtina navendên tenduristiyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, sûcekî şer e û destnîşan kir ew amade ne erkên xwe li hember gelê herêmê pêk bînin.

Desteya Tenduristiyê: Em amade ne di hemû şert û mercan de kar bikin
12 cotmeh 2023   09:09

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, yekitiyên xebatkarên tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da.

Cîgira hevseroktiya desteyê Hediye Ebdullah zimanê kurdî û hevserokê desteyê Xalid Dawûd bi zimanê erebî li pêş navenda desteyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, bi taybet ji 5′ê Cotmehê ve bi balafir şer û bêmirov û topavêjan navendên xizmetguzarî, kehrebe, petrol û nexweşxaneyan pêk tîne. Di encamê de gelek welatî şehîd bûn û birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrişên hovane li pêş çavê raya giştî pêk tên, van dewletên cîhanê careke din bi bêdengiya xwe û çavgirtina ji êriş û komkujiyên li dijî gelê herêmê re hevkariya xwe bi dewleta Tirk a dagirker nîşan da.

Karkerên tenduristiyê di daxuyaniyê de got çi qas ev êriş gur bin, ew ê bi erkên xwe li hember gelê xwe di tevahî rewşan de rabin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, NY û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku li hember êriş û sûcên dewleta Tirk dike bisekinin û di êrişan de nebin hevkar, her wiha bang li WHO′yê hate kirin ku bi erkên xwe rabe.

(fr)

ANHA