Rewşenbîrên Slovenyayê tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan bûn

Rewşenbîrên Slovenyayê destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan yek ji ramyarên siyasî yên herî kûr û têkoşerên azadiyê yên serdemê ye û tevlî pêngava ku li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin bûn.

Rewşenbîrên Slovenyayê tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan bûn
12 cotmeh, 2023   09:10

Rewşenbîrên Slovenyayê derbarê pêngava ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li bajarê Ljubljana yê Slovenyayê ji aliyê Civaknasê navdar Dr. Rastko Mocnik, parlementerê berê û ombudsmanê berê yê Slovenya Matjaz Hanzek û profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha Ljubljana Dr. Andrej Kurnik ve hat dayîn.

YEK JI BÎREWERÊN SIYASÎ YÊN HERÎ KÛR ÊN DEMA ME YE

Matej Kavcic di daxuyaniye de bal kişand li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocelan û wiha got: “Em Îro  di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan ku di heman demê de ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, li hev civiyan. Ev kampanya berdewama encame têkoşîna Abdullah Ocelan ya 25 salan e.

Kavcic, anî ziman ku Îmraliyê li dijî gelê Kurd ‘sîstema tecrîdê’ ye û got, "Em weke hevrêyên kampanyayê, wî yek ji bîrwarên siyasî yên herî kûr û têkoşerê azadiyê ya serdema me dibînin."

Kavcic wiha berdewam kir “Di van 3 salên dawî de li Îmraliyê çi qewimiye, agahî tune ye. Ji aliyê komîteya li dijî êşkenceyê ve serdaneke demkî hat kirin û derbarê vê serdanê de agahî nehatin parvekirin."

 TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA RASTEQÎN E

Piştre metna çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate xwendin û di civînê de Matjaz Hanzek mafê axaftinê girt û wiha got, "Cîhan bi awayekî sîstematîk zilmê li Kurdan dike û îstîsmar dike."

Hanzek bal kişand ser berxwedana jinên Kurd jî ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin .ji ber li  Kurdistanê wekheviyeke rasteqîn heye,ne tenê li ser kaxazê ye. têkoşîneke rasteqîn a azadiyê heye.

‘ŞOREŞEKA JINÊ RASTEQÎN VEGUHERÎNA CIVAKÊ’

Dr. Rastko Mocnik li ser wateya têkoşîna azadiya Kurd di wateya gerdûnî de û ramanên Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Li gorî Ocalan, têkoşîna rizgariya neteweyî divê ne tenê ji bo dewleteke nû be, di heman demê de ji bo civakeke nû ya bê çînî, antîpatrîkal û antî kapîtalîst be. Têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd şoreşeke rasteqîne ya veguherandina civakê ye. Tevgera Kurd di vê wateyê de gelekî girîng e ji ber ku niha têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşînên şoreşgerî di asta gerdûnî de di parastinê de ne, lê Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşin û di vê de gelekî serketî ne."

‘BDULLAH OCALAN JI BO SLOVENYAYÊ JÎ GIRÎNG E’

Dr. Andrej Kurnik got, “Civaka Kurd nûnertiya têkoşîna ji bo bidawîkirina serdestî û zordariya cîhanê dikin. Têkoşîna Kurd balê dikişîne ser cîhaneke dûrî netewe dewletan ku netewe dewlet civak û gelên heterojen (pir rengî) dike homojen (yek rengî).”

Kurnik got, “Li Slovenyayê li dijî kevneşopiya komunitarîzmê têkoşîneke sîstematîk heye. Em dikarin bibînin ku neheqiyek mezin heye, ji ber ku mirov dibêjin êdî ew hîs dikin ku edalet tune ye. Tecrûbeya neolîberalîzm û hilweşîna di nava civakê de, nîşan dide ku Ocalan ji bo Slovenya jî girîng e û pir hemdem e. Gelek berhemên wî ji hêla The Journal of Critique of Science ve hatine wergerandin, mirov behsa ramanên wî dikin. Divê ev yek di çarçoveya zanîngehê de bê kirin, lê zanîngeh tenê bûye veguhertina sîstemê. Ew amûran dide civakê ku xwe têr bike, bifikire û azad bibe."