​​​​​​​Jineke din li Serêkaniyê hat qetilkirin

Li Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, jineke din a ciwan hat qetilkirin.

​​​​​​​Jineke din li Serêkaniyê hat qetilkirin
12 cotmeh 2023   09:15

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê jineke ciwan bi amûreke tûj hatiye qetilkirin.

SOHR`ê da zanîn ku hevserê jina ciwan a hatiye qetilkirin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye revandin.

Di 9`ê Cotmehê de jî li bajarê Serêkaniyê kesekî 2 jinên ciwan qetil kiribûn.

30`yê Tîrmehê jî, şêniyên gundê Diwêra yê Serêkaniyê cenazeyê keçeke 17 salî ya hatibû qetilkirin, dîtibû.

Artêşa Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an bi armanca dagirkirinê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û her du bajar di heman salê de dagir kirin.

(şx/c)