​​​​​​​SOHR: Serbazekî hikumeta Şamê hate kuştin

Çeteyên ′Cebhet El Weteniyê ya Tehrîr′ ên dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî gundewarên Laziqiyê de serbazekî hêzên hikumeta Şamê kuşt. Her wiha dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên wê yên li nêzî rêya M5 topbaran kirin.

​​​​​​​SOHR: Serbazekî hikumeta Şamê hate kuştin
12 cotmeh, 2023   08:50

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Firqeya Sahiliyê ya girêdayî çeteyên ′Cebhet El Weteniyê ya Tehrîr′ ên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Keseb ê Laziqiyê topbaran kirin, di encamê de serbazekî hêzên Şamê hate kuştin.

SOHR′ê destnîşan kir ku çeteyên ′Tehrîr El Şam′ bi balafirên bêmirov êrişên xwe li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li “herêma bêçek” zêde kirin.

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê balafireke bêmirov ku li asîmanê Siqêlbiyê yê Hemayê digerî, xiste xwarê.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi tundî êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wê yên li rojhilatê Idlibê û rêya M5 a Şam-Helebê kir, lê tu agahiyên li ser windahiyan tune ne.

(fr)