Daxuyaniya Kongra Starê ya Roja Gelên Xwecih

Kongra Star bi minasebeta Roja Gelên Xwecih daxuyaniyek da û diyar kir “Di têkoşîn û berxwedana xwe de em xwe bi hemû gelên bindest ên cîhanê û bi hemû gel û jinên berxwedêr ve girêdayî hîs dikin.”

Daxuyaniya Kongra Starê ya Roja Gelên Xwecih
12 cotmeh 2023   08:42

Kongra Star bi minasebeta ‘12’ê Cotmehê Roja Gelên Xwecih’ daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi dagirkirina parzemîna Amerîkayê hate kirin û wiha hate gotin: “Beriya 531 salan roja 12’ê Cotmehê kolonîzekirina parzemîna Abya Yala (Amerîka) dest pê kir û ev siyaseta hegemonîk a dagirkeriyê ya dewletên kolonyalîst heta roja me ya îro jî didome.”

Hate diyarkirin ku Roja Gelên Xwecih berxwedana birêxistinkirî ya gelan a li hember tundî, zordarî û kolonyalîzmê nîşan dide û hate gotin: “Em wek Kongra Star ku li Rojava û Sûriyeyê ji bo azadiyê tê dikoşin, êşên girêdayî dagirkeriya li ser axa xwe, windakirina dîrok, ziman û kevneşopên xwe nas dikin û em hêz û girîngiya berxwedanê ya birêxistinkirî dizanin. Bi salan e em wek jin li vê derê li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe û azadiya ax û civaka xwe tê dikoşin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Di têkoşîn û berxwedana xwe de em xwe bi hemû gelên bindest ên cîhanê û bi hemû gel û jinên berxwedêr ve girêdayî hîs dikin.”

ROJA GELÊN XWECIH ÇI YE?

Çûyîna Krîstof Kolomb a li Bahamayan a Amerîkayê di 12'ê Cotmeha 1492'yan de, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji sala 1792'an wek ‘Roja Kolomb’ tê pîrozkirin. Lê gelek kes li dijî vê yekê ne ku ‘Roja Kolomb’ wek cejnekê pîroz bikin, ji ber ku ew roj bû sedema qirkirin û kolekirina gelên xwecih ên Amerîkayê.

Cara pêşîn di sala 1977’an de di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî cudakariya li dijî gelên resen ên Amerîkayê de hat pêşniyarkirin û ji sala 1990'î ve ev roj wek ‘Roja Gelên Xwecih’ tê qebûlkirin.