​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd

Şehîd Ebduselam Mehmûd jiyana bê welat wek jiyana bindestî didît û digot: "Rêber Abdullah Ocalan dê Sûriyeyê bi rê ve bibe"

​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
​​​​​​​Nimûneya hezkirina welat: Şehîd Ebduselam Mehmûd
12 cotmeh 2023   07:51

Îro çil rojiya şehîd Ebduselam Mehmûd e ku di 2'yê Îlona borî de di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li rêya Girkê Legê – Dêrik a kantona Qamişlo şehîd bû.

Ebduselam Mehmûd 30'ê Çileya 1974'an li gundê Sehel ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji dayik bûye, dibistana seretayî li gund û ya navendî li bajarokê Til Marûf ê Tirbespiyê diqedîne. Ebduselam Mehmûd ji ber rewşa aborî ya dijwar neçar dimîne biçe Şamê û di kargeheke terzîtiyê de bixebite. Li vir jî li ba zavayê xwe Ebdulxefûr dimîne.

NASKIRINA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ

Li gorî Ebdulxefûr, Ebduselam Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şamê bi rêya kadroyên wê yên ji Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz a li Lubnanê dihatin mala wî nas kir.

Di sala 1995'an de Ebduselam dev ji terzîtiyê berdide û wek ajokerekî taksiyê dixebite.  Li gel vî karî jî xebatê xwe di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de didomîne. Tevî zextên hikumeta Şamê jî Ebduselam erka veguhestina kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk anî.

DÎTNA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Ebduselam Mehmûd gelek caran serdana dibistana navendî ya PKK'ê ya li Şamê de dikir û Rêber Abdullah Ocalan dît. Ebduselam bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan re pirsgirêka Kurd bêtir dinase ku beriya vê yekê tu peywendiyên wî bi tevgera an partiyên Kurdan re tune bûn.

Piştî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Ebduselam ji Sûriyeyê diçe Lubnanê û di 2001'an de dîsa vedigere Şamê, tevî êriş û zextên partiya Baas′ê têkiliyên xwe bi PKK′ê re qut nekirin

Tevî rewşa wî ya aborî ya xirab Ebduselam malbatên hewcedar bê destek nedihişt. Bi destpêka krîza Sûriyeyê re di sala 2011′an de Ebduselam pêşbîn kir ku PKK û Rêber Abdullah Ocalan guhertineke demokratîk pêk bînin û digot: "Rêber Abdullah Ocalan dê Sûriyeyê bi rê ve bibe."

Di 2015'an de Ebduselam ji Şamê derdikeve û vedigere gundê xwe. Piştî 6 mehan malbata wî jî li pey wî vedigere Rojavayê Kurdistanê.

'KES JI BIRÇÎNA NAMIRE'

Ebduselam mayîna li Şamê ya di demekê de ku şoreşa li Rojava li dar e wek jiyaneke bindestî didît û digot: "Kesên welatek wan wek vî welatî hebe dê çawa derkeve derve, kes ji birçîna namire."

Li Rojava Ebdulselam tev li çalakiyên şoreşê bû û cihê xwe di nava Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV – DEM) a navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo de girt. Her wiha roleke mezin di avakirina meclis û komînan de lîst.

Ebduselam Mehmûd di 2017'an de di nava refên Hêzên Xweparastinê de kar kir, piştî kurê wî yê duduyan tev li Hêzên Parastina Gel (HPG) dibe,  Ebduselam cihê xwe Daîreya Temwînê de digire û demekê di hevserokatiya daîreyê kar kir.  Piştre derbasî Şîrketa Newroz  dibe û wekî rêveber di şîrketê de xebitî.

Di 2′yê Îlona îsal de Ebduselam di encama êrişa artêşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe û cenazeyê wî roja din bi beşdariya bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo tê oxirkirin.

(mh/bb)

ANHA