Hevrêya şehîd Hevrîn Xelef: Ew ji bo jinan mînaka jiyanê bû

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir di salvegera şehadeta wê ya 4′emîn de soza domandina têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef da û got “Ew pêşeng û mînaka bilind a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.”

Hevrêya şehîd Hevrîn Xelef: Ew ji bo jinan mînaka jiyanê bû
12 cotmeh, 2023   07:55

Piştî destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên a li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî (9 Cotmeh 2019), çeteyan di 12′yê Cotmehê de sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 tevî ajokarê wê Ferhad Remedan şehîd xist û bi cenazeyê wê lîst.

4 sal piştî şehadeta Hevrîn Xelef, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir ji ajansa me re axivî, şehîd Hevrîn bi bîr anî û ew wek ′Kesayeta bêhempa ya xwedî vîn û bangewaza aştiyê′ wesif kir.

Îbtîsam bi van gotinan behsa kesayeta şehîd Hevrîn kir: "Şehîd Hevrîn bang li jinan dikir ku yek bin û rola xwe ya rasteqîn, aktîf û pêşeng di civakê de bilîzin û bikevin nava jiyana siyasî. Hevrîn ji jinên din re bû hêz û leheng. Bû pêşeng û mînaka bilind a jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Îbtîsam diyar kir ku şehîd Hevrîn Xelef hewl dida armancên Partiya Sûriya Pêşerojê û prensîbên ku partiyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ragihîne û wiha axaftina xwe dewam kir: “Şehîd Hevrîn kete nava civakê û xwe gihand beşeke mezin a jinên civakê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi wan da nasîn. Wê yekê hêz û cesaret da gelek jinan ku tev li partiyê bibin û benda tirsê bişikînin. Hevrîn pêşeng û mînaka bilind a jinan bû."

Îbtîsam destnîşan kir ku 4 sal piştî şehîdxistina “Yasmîna Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef” hîna sûcdarên ku ew bi rêbazeke hovane û dermirovî şehîd xistine, nehatine cezakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ruxmî tevahî bangên radestkirina sûcdaran bo dadgehên navneteweyî jî, lê hê jî hesab ji wan nehatiye pirsîn.”

Îbtîsam bêdengiya hêzên navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hewldana têkbirina ewlehî û îstîqrarê şermezar kir û destnîşan kir ku dema bang li civata navneteweyî û dadgehên navneteweyî hate kirin ku wan çeteyên ku li dijî Hevrîn Xelef sûc kiriye ceza bikin, hin kesên diyar pêşkêşî civata navneteweyî û raya giştî hatin kirin, lê belê dewleta Tirk ku piştgiriya wan çeteyan dike, nehat sûcdarkirin.

HELWESTA JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Îbtîsam anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya bihîstina agahiya şehadeta Hevrîn Xelef ve helwest û bertekeke tund û xurt ji hêla tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên sûriyeyî, jinên cîhanê û Rojhilata Navîn ve derket û got: “Ji kêliyên destpêkê ve tevahî jin çi karkerên di saziyên sivîl û saziyên taybet bi jinan ên partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan li ser asta Sûriyeyê û heta li ser asta cîhanê de bang darizandin û cezakirina wan sûcdran di dadgeheke navneteweyî de kir ku ji kesên din re bibe dersek. Tiştê li dijî Hevrîn pêk hatiye bi tevahî pîvanan sûcekî şer û hovane ye û sûceke dermirovî ye.”

Hevrêya şehîd Hevrîn Xelef, Îbtîsam bal got ew kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan bi taybet jinên herêmên dagirkirî dişopînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di asta civakî de jî em hewl didin fikr û armancên rêgezên Partiya Sûriya Pêşerojê bi rêya Meclisa Jinan a partiyê belav bikin, her wiha hewl didin xwe bigihînin beşeke mezin a jinan û partiyê û kesayeta şehîd Hevrîn Xelef bi wan bidin nasîn.”

‘EM Ê RÊYA HEVRÎNÊ BIDOMÎNI'

Îbtîsam Ebdulqadir soza berdewamkirina têkoşîna Hevrîn nû kir û diyar kir ku ew dengê xwe tev li dengê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa dikin û daxwaza cezakirina kujerên Hevrîn dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şehîd Hevrîn tim bi me re ye. Ji ber ku xwedî kedeke mezin ji bo damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê ye û keda wê ya tevlêbûna jinan di partiyên siyasî de jî mezin e ku jin bibin xwedî biryar."

(fr)

ANHA