Rojnameyên erebî îro: Sûriyeyê peyamên gefxwarinê da Îsraîlê

Rojnameyên erebî yên îro cih dan rewşa Sûriyeyê, geşedanên li Başûrê Kurdistanê û rewşa Îsraîlê.

Rojnameyên erebî îro: Sûriyeyê peyamên gefxwarinê da Îsraîlê
12 cotmeh 2023   08:39

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de nûçeya bi sernavê ′Peyamên gefxwarinê yên Sûriyeyê bo Îsraîlê ′ weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku êrişa ji herêmên Sûriyeyê li dijî Îsraîlê pêk hatiye çavkaniya wê rojavayê parêzgeha Derayê ya bi ser Colana dagirkirî bû. Di nûeçeyê de hat gotin dibe ku ew yek peyamên gefxwarinê ya ji Îsraîlê re be ku eger Îsraîl şerê li dijî Xezayê nesekinîne, ew dikarin eniya Colanê gur bikin.

HELWESTA BAFIL TELABANÎ LI HEMBER DEWLETA TIRK

Rojnameya El Ereb têkildarî mijarê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ′Serokê YNK′ê Bafil Telabanî îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên dijî noqteyên li Herêma Kurdistanê bi taybet dijî navenda YNK`ê li Silêmaniyê kir û got partiya wî dan û standinên bi çi dewlet an aliyan re di bin bombebarana balafirên bêmirov de red dike.′

REWŞA ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Cumhuriye jî bal kişand ser rewşa Îsraîlê. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku piştî Îsraîlê rewşa şer bi dawî kir, çaverê ye îro wezîrê karên derve ya Amerîkayê Anthony Blinken bigihîne Îsraîlê. Rojnameyê bal kişand ser xîtaba tund a serokê Amerîkayê Joe Biden beriya serdana Blinken û hat gotin: “Tê destnîşankirin ku dema çareserî û lihevkirinên realîst hîna nehatiye û dibe ku geşedanên li ser erdê çêbibin hevsengiyên hêzan biguherînin. Xuya ye ku rewş ber bi pêkanîna êrişeke bejahî li dijî Xezayê ve diçe. Ev jî rê li gelek îhtimalan vedike, ji ber ku ew yek tê wateya guhertineke bingehîn di hevsengiyên hêzan li Rojhilata Navîn de.”

(fr/c)