Parlamenterekî awstralî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Endamê Kongresa Awstraliyayê David Shoebridge êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Parlamenterekî awstralî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
10 cotmeh, 2023   19:15

Endamê Kongresa Awstralyayê û berdevkê Wezareta Dadgeriyê ya New South Wales, David Shoebridge nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand û di nameyê de piştgiriya xwe ji gelê Kurd li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan da.

Shoebridge di peyamê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina mafên mirovan li dijî gelê Kurd û civakên herêmê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê wê ve, şermezar kirin.

Shoebridge destnîşan kir ku li gor raporan sivîk, binesazî, nexweşxane û dibistanên herêmê û saziyên sereke yên din tên hedefgirtin û got: "Ev ji bo me cihê xemgîniyê ye. Divê civata navneteweyî van êrişan şermezar bike û ji ber sûcên şer ên li dijî gelê Kurd pêk tîne, hesabê ji Tirkiyeyê bipirse."

Shoebridge bang li hikumeta Awstralyayê kir ku bi rêya hevkariya xwe ya bi Amerîka û Koalîsyona Navnetewey re, van êrişan rawestîne.

(mh)