Artêşa Tirk navendên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin

Balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa Tirk a dagirker navendên hêzên hikumeta Şamê yên li nêzî Şêrawayê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk navendên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin
10 cotmeh, 2023   12:59

Balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa dewleta Tirk a dagirker 2 caran nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin.

Hate zanîn tevgera balafirên keşfê û yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike.