Şehîd sibê tên oxirkirin

Sibê cenazeyên 25 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li 4 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Kobanê) tên oxirkirin.

Şehîd sibê tên oxirkirin
10 cotmeh 2023   13:10

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê nasnameyên 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku 9’ê Cotmeha 2023’yan li herêma Koçeratê ya Dêrikê di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkera kirin.

Sibê ji bo 25 şehîdan li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê saet di 10:00`an de, li bajarê Kobanê jî saet di 11:00`an de merasîmên oxirkirinê tên lidarxistin.

DÊRIK

Ji bo 10 şehîdên ji navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçerê merasîma navendî li Gorisana Şehîd Xebat Dêrik tê lidarxistin, piştre cenazeyên şehîdan li goristanên şehîdan li Til Koçer û Dêrikê tên defnkirin.

Navên 10 şehîdên li Dêrikê bên oxirkirin wiha ne: (Ednan Ebdî Yûsif, Silêman Bozan Enter, Xwînrêj Zekî Temê, Mûaz Mihemed Eta, Ehmed Qemer El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezen Xidir El Keço, Mihemed Mela Ehmed Xalid, Ebdulwahid Mihemed El Ehmed).

QAMIŞLO

7 şehîdên ji bajarê Qamişlo, navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê jî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo tên oxirkirin, piştre cenazeyên wan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ya Tirbespiyê û Goristana Şehîdan a Til Hemîsê tên veşartin.

Navên şehîdan wiha ne: Ehmed Xalid El Elî, Salih El Dendûş, Bessam El Hisên, Alan Nazim, Mehmûd El Wero, Feyad El Hedmûl, Mihemed Şemdîn.

HESEKÊ

Li kantona Hesekê jî merasîma navendî ya 6 şehîdan (Lorans Suhêl Ebdî, Menaf Siûd Semîr, Salih Ebdulxefûr Yûsif, Îskender Hiso, Ezîz Elî Ebdo, Ebdullah Hesen Ilêwî) yên ji navçeyên El Erîşe, Hol, Til Birak û bajarê Hesekê, tê lidarxistin. Cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîdan a Til Hemîsê tên veşartin.

KOBANÊ

Cenazeyên şehîd Orhan Miho û Elî Osman jî li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê yê herêma Firatê bi merasîmekê tên oxirkirin.

Dê piştre (demek ne diyar) li bajarê Helebê jî merasîm were lidarxistin.

(c)

ANHA