​​​​​​​Dagirker 2 gundên Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Mestûr û Ilêmat ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

​​​​​​​Dagirker 2 gundên Eyn Îsayê topbaran dike
10 cotmeh 2023   12:45

Gundê Mestûr (4 km li rojavayê Eyn Îsa) û gundê Ilêmat (2 km li rojavayê Eyn Îsa) bi çekên giran tên topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh jî gundê Mestûr topbaran kiribû û du zarokên bi navên Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) qetil kiribû.

(c)

ANHA