Weqfa Al El Beyt: Divê dewletên misilmanan li dijî êrişan rabin

Weqfa Al El Beyt a Tebqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rêgezên olî binpê dikin û bang li saziyên olî yên li Tirkiyeyê û dewletên misilmanan kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk rabin.

Weqfa Al El Beyt: Divê dewletên misilmanan li dijî êrişan rabin
10 cotmeh 2023   11:38

Weqfa Al El Beyt a Tebqayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl, saziyên olî, partiyên siyasî û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî ji hêla serokê Weqfa Al El Beyt Ednan El Ilêwî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ber bi aliyekî xeternak ve diçin û êriş rêgezên îslamî binpê dikin. Her wiha hate gotin êriş bandorê li ewlehî û aştiyê dikin.

Di dawiyê de bang li saziyên olî yên li Tirkiyeyê û dewletên misilmanan hate kirin ku li dijî zilmê û sûcên dewleta Tirk bisekinin.

(fr)

ANHA