Li Kobanê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Xelkê Kobanê got êrişên dewleta Tirk a dagirker “kîn û nefreta dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” nîşan dide û diyar kir vîna wan ji êrişan bi hêztir e.

Li Kobanê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
10 cotmeh, 2023   11:51

Bi sedan xelkê kantona Kobanê li ser banga yekitiyên girêdayî saziyên civaka sivîl a kantonê meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di meşê de endamên yekitiyên endustiriyê, bazirganî û pevguherîna pereyan ên li Kobanê beşdar bûn û berê xwe da Qada Jina Azad.

Welatiyên wêneyên şehîdan û pankartên “Em banga qedexeya qada hewayî dikin”, “Vîna me ji terora we bi hêztir e”, “Êdî bes ji qetilkirina gelê Kurd re” hildan.

Li Qada Jina Azad mîtîngek li dar ket û li wir şêx Nebî Hemê li ser navê xelkê bajêr û saziyên civaka sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên şer, bêyî ku hesab jê were xwestin an jî di qada navneteweyî de bê şermezarkirin, nîşan dide ku civaka navneteweyî bi dewleta dagirker re hevkar e.

Hat gotin ku siyaseta dewleta Tirk dimeşîne, encama “kîna wê ya kûr li hember pêkhateyên herêmê” ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk “çavkaniya terorê” ye û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin li hember êrişan bisekinin. Bang li nîştimanperwerên Sûriyeyê jî hat kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin û ji tevahî axa Sûriyeyê derxin.

Çalakî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

(fr-c)

ANHA