Desteya Perwerdeyê êrişa dijî 2 şagirtan şermezar kir

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî her du şagirtên bi navên Ehmed û Nadiye Eyaş şermezar kir û bang li UNICEF`ê kir ku berpirsiyariyên xwe bîne cih.

Desteya Perwerdeyê êrişa dijî 2 şagirtan şermezar kir
10 cotmeh 2023   11:30

Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê têkildarî mijarê li Dibistana Dîcle û Firat a li bajarê Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sûcê dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê kiriye ku di encamê de her 2 şagirtên xwişk û birayên hev Ehmed û Nadiye Eyaş şehîd bûn, hat şermezarkirin.

Mamoste Rêzan Eto daxuyanî xwend û got: “Em vê sûcê hovane û hedefgirtina Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar dikin.”

Eto bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û rêxistina UNICEF`ê kir ku li hember van sûcan berpirsiyariyên xwe bîne cih, sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyne û li ser sûcên şer ên kirine hesabê jê bipirse.

(c)

ANHA