​​​​​​​Yekitiya Karkeran êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Yekitiya Karkeran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li karkerên cîhanê kir ku çalakiyan ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin.

​​​​​​​Yekitiya Karkeran êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
10 cotmeh 2023   11:14

Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya bi dehan endamên xwe li pêş navenda xwe ya li sûka navendî ya Qamişloyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da. Hevserokê yekitiyê Şêro Şero daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji 4′ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişeke hewayî û bejahî ya dijminane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û ev ne cara yekemîn e ku dagirkerî van êrişan pêk tîne.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dagirkeriyê vê care binesaziya stasyonên kehrebe, avê û avahiyên enerjiyê kirin hedef û bi dehan welatî û karkerên li wan avahiyan dixebitîn, şehîd xistin. Her wiha bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parastina xak û xelkê xwe dikin, şehîd xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku karker û kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi malbatên şehîdan û hêzên xwe yên leşkerî re ne û van êrişên hovane şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku yekser van êrişên dermirovî asteng bikin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li sandîqên karker û kedkaran ên cîhanê kir ku dakevin qadan û li kêlek şoreşa gel bisekinin û van sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA