Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîd Riyad Korekcî yê ku di êrişa delweta Tirk a dagirker de li Hesekê şehîd bibû.

Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Riyad Korekcî re hat xwestin
10 cotmeh, 2023   11:22

Şêniyên herdu taxan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Welatiyê bi navê Riyad Korekcî (22) di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 5`ê Cotmehê li dijî bajarê Hesekê de pêk hatibû, şehîd bû.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Kongra Star Emîre Mihemed Tobal axivî. Emîre sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîdan ji bo parastina ax û rûmetê ji faşîzma dewleta dagirker cane xwe feda kir. Em ê rêya wan bidomînin.”

Hevserokê Meclisa Aboriya Civakî ya Helebê Selah Tirkî jî bi navê taxa Şehîd Gelhat axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdên azadiyê re xwest. Selah Tirkî got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hember siyasetên qirkirinê teslîm nebe.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(c)

ANHA