​​​​​​​Dijî êrîşên dagirkeriyê kampanaya navnetewî 

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di qada navnetewî de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

​​​​​​​Dijî êrîşên dagirkeriyê kampanaya navnetewî 
10 cotmeh, 2023   09:27

Kampanya bi pêşengiya Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û hevkariya gelek sazî û rêxistinên sivîl û demokratîk ên welatên cuda hatiye destpêkirin.

Kampanaya îmzeyan bi sernavê “Banga Çalakiya Lezgîn: Şerê Dijî Mirovahiyê yê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Rawestînin” 7’ê Cotmehê bi riya online hat destpêkirin.

Di nivîsa kampanyayê ku bi zimanê Îngilîzî, Îspanî û Portekîzî hatiye amadekirin de bang li tevahiya hêz û rêxistinên navnetewî tê kirin ku li dijî êrîşan helwest nîşan bidin, gavên lezgîn bavêjin. 

Kampanya li ser vê navnîşanê hatiye vekirin:  

https://docs.google.com/document/d/1sicioup8TW8hrAfewnx0PJEmwj3jGirLh0xZktTJ-Rk/edit

Heta niha ji welatên wekî Îspanya, Birezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hîndîstan, Çîn, Amerîka, Almanya, Birîtanya û Iraqê 177 kesayet, 34 rêxist, tevger û saziyên mafên mirovan tevlî kampanyayê bûne.

Li gorî agahiyên ku endamên Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dane, dema bidawîbûna kampanyayê nehatiye diyarkirin, lê tê plankirin di demeke kurt de encamên girîng bên bidestxistin. Îmzeyên tên komkirin wê piştre li gel nameyek vekirî ji Neteweyen Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Lahey a Navnetewî û rêxistinên din ên navnetewî yên eleqedar re werin şandin.

(a)