Sûdanî li Moskovê ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî li Moskovê ye û dê gera wî 2 rojan bidome.

Sûdanî li Moskovê ye
10 cotmeh, 2023   09:38

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdan bi daxuyaniyekê ragiand ku El Sûdanî bi serdaneke fermî li Moskovê ye.

Rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê ku tevgera Rûsyayê li Iraqê di çend mehên dawîn de firehtir bûye, Moskovê bi Tehranê re li hev kiriye ku veberhênanên rojavayî li herêmê kêm bikin. Ji ber hevbeşiya wê bi Iraqê re û ji ber cezayan Moskov rûbirûyî aloziyeke malî ye.

Li gorî daxuyaniyên rûsî, li Iraqê derdora 50 şîrketên Rûsyayê hene ku di qada pêşxistina zeviyên petrolê, lêgerîn û kolandinê li Iraqê kar dikin.

Heman rêveberî diyar kir ku Iraq dizane ku pêwîstiya Washingtonê bi qada Iraqê heye da ku peyamên herêmî û navneteweyî bide. Her wiha baş fêm dike ku dikare bi rêya Pekîn û Moskovê fişarê li Washintgonê bike.

(şx)