'Bila dagirker derkevin, tenê dîwar bimînin jî bes e'

Xerîbe ya 40 salî koçbereke ji Serêkaniyê di nava şert û mercên zehmet de dijî. Xerîbe dibêje: "Bila dagirker ji bajarê me derkevin, tenê dîwarên malên me bimînin jî bes in.”

'Bila dagirker derkevin, tenê dîwar bimînin jî bes e'
10 cotmeh, 2023   08:08

Her konek çîrokek e, her çîrokek jî êşek e. Hêviyên niştecihên hemû konan yek in, lê belê zehmetî cuda ne. Her malbatek xwedî çîrokekê ye, lê hemû li ser vê yekê li hev dikin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sedema van zehmetiyan in.

Jina bi navê Xerîbe Hebeş El Osman (45) piştî dagirkirina Serêkaniyê di encama êrişa 9`ê Cotmeha 2019`an de, ji bo ku zarokên xwe ji sermayê biparêze, li kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê malek ji heriyê ava kir.

Di sala 4'an a koçberiyê de zehmetî zêde bûne, êdî temenê Xerîbe jî ji bo karkirinê nabe alîkar, lê dîsa jî radihêje bêrê û ji xwe û malbata xwe ya 11 kesî re odeyekê ava dike.

Xerîbe li ser mijarê wiha axivî: "Em derbasî sala 5'ê ya koçberiyê bûn. Hevjînê min astengdar e. Zivistan li pêş me ye, ji ber wê me ode ava kir, kon me ji sermayê naparêze. Me mal û milkê xwe li dû xwe hişt, em îro bi odeyeke herî mane. Rojane em difikirin ka malê me ka erdên me, kê bawer dikir em di vê konê de bijîn."

Piştî dagirkirina Serêkaniyê Rêveberiya Xweser ji bo koçberan kamp ava kirin. Beşekî koçberên Serêkaniyê li 2 kampên li Hesekê bi cih bûn; kampa Waşûkanî û ya Serêkaniyê. Li wan kampan nêzî 4 hezar û 937 malbat hene. Beşekî koçberên Serêkaniyê jî li kampa Roj a Dêrikê û kampa Til El Semn a Reqayê bi cih dibin.

Xerîbe wiha domand: "Mirin ji vê rewşê baştir e, çend roj din em ê derbasî sala 5'an a koçberiyê bibin, tiştekî me ji mala me nema, êşa me roj bi roj girantir dibe."

Xerîbe El Osman nikarîbû hestên bêrîkirinê veşarta û çavên wê tijî hêsir bûn û got: "Em hêvî dikin ku em vegerin malên xwe, malê me ji her tiştî bihatir e, em heta bêriya miriyên xwe jî dikin û nikarin serdana gorên wan bikin."

Xerîbe Osman got, “Bila dagirker ji bajarê me derkevin, tenê dîwarên malên me bimînin jî bes in.”

(mh/c)

ANHA