Bandorên şerê Hemas-Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih dan şerê navbera Hemas û Îsraîlê, bandora wê li ser Sûriye, Lubnanê û Iraqê.

Bandorên şerê Hemas-Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye
10 cotmeh, 2023   07:39

Rojnameya El Quds El Erebî der barê rewşa Sûriyeyê de bi serenavê “Metirsiyên belavbûna şer li Sûriye û Lubnanê” nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de îşaret pê kir ku Îmaratê ji Şamê xwestiye dest nede şerê Îsraîl û Hemasê û derfetê neda ku ji axa Sûriyeyê êriş Îsraîlê bê kirin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku gelek dewletan û di nav de DYA bi fikar in ku şer li Lubnan an Sûriyeyê jî belav bibe û veguhere şerekî herêmî.

ÎRAN HEWL DIDE ENIYA SÛRIYEYÊ BIXE TEVGERÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da heman mijarê. Di nûçeya rojnameyê de ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên xwecih, hat ragihandin ku fermandarên milîsên Îranê yên girêdayî Pasdarên Îranê ji bo piştgiriya tevgera Hemsê, bi rêya navendên xwe yên çandî li parêzgeha Dêrazorê gelek hevdîtin û panel têkildarî berxwedan û şerê li Filistînê û “Tûfana El Eqsa” li dar xistine û bang li ciwanên herêmê kirine ku bi dildarî li eniya başûrê Sûriyeyê dijî Îsraîlê şer bikin.

SADR DÎSA DERDIKEVE PÊŞ

Rojnameya El Ereb jî di nûçeyeke xwe de diyar kir ku bûyerên xwîndar li Xeza û herêmên Îsraîlê, rê li pêşiya oldarê Şîe Muqteda El Sadr vekir ku rewşa îzolasyona siyasî ya ku çend meh in tê de ye, bişikîne. Di nûçeyê de hat gotin: “Nemaze ku alîgirên wî bi awayekî berçav kêm bûne, kolana Iraqê guh nade şîroveyên wî û bangewaziyên wî yên lidarxistina xwepêşandanan paşguh dike. 

(şx/c)