​​​​​​​Ciwanên Reqayê çalakiyên ‘Cenga azadiyê ser bixin’ didomînin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê diyar kir heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, çalakiyên wan ên bi dirûşma “Cenga azadiyê ser bixin” dê dewam bikin.

​​​​​​​Ciwanên Reqayê çalakiyên ‘Cenga azadiyê ser bixin’ didomînin
10 cotmeh, 2023   10:05

Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El Ehmed li Stada Beledî daxuyaniyek da. Endamên komîteyê tev li xwendina çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin komplo, beşeke planên parçekirin û dagirkirina Rojhilata Navîn e û rola Rêber Abdullah Ocalan di têkbirina van planan de mezin e.

Di daxuyaniyê de îşaret pêê hate kirin ku Rêber Abdullah Ocalan roleke girîng daye jinan û hişt ku tev li tevahî qadan bibin da ku xwe ji zilm û koletiyê rizgar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Hûn nikarin Roja me tarî bikin. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên me berdewam in.”

(şx)

ANHA