`Tişta bi zorê hat birin tenê bi zorê tê vegerandin`

Koçberên Girê Spî di salvegera 4’an a dagirkirina bajarê xwe de destnîşan kirin ku ji bilî berxwedanê tiştekî ku alîkariya wan bike nîne û baweriya xwe ya vegerê anîn ziman.

`Tişta bi zorê hat birin tenê bi zorê tê vegerandin`
10 cotmeh, 2023   05:53

Koçberên Girê Sipî ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 9`ê Cotmeha 2019`an li kampa gundê Til El Simin ê li bakûrê Reqayê hatine bicîhkirin, bi minasebeta salvegera 4’an a dagirkirina bajarê xwe de ji ANHA’yê re axivîn. 

Koçber dibêjin hêzên navneteweyî guh nadin rewşa wan, li hemberî siyaseta ku dewleta Tirk li warê wan dimeşîne, mal-milkên wan difroşe û malbatên çeteyan di malên wan de bi cih dike bêdeng dimînin. Koçberan destnîşan kirin ku tekane rêya yekane rizgarî û vegerê berxwedan e.

Koçbera bi navê Ezîze Hesen ji bajaroka Silûkê ya kantona Girê Spî ye û dayîka 5 zarokan e. Ezîze diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya guhertina demografiyê û tirk-kirinê sûcên xwe zêde kirine, herêmên dagirkirî veguherandine jêdera fikra tundrewiyê û ewlehî-aştiya li herêmê û cîhanê têk dibe.

Ezîze Hesen destnîşan kir ew ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku demografiya herêmên wan diguherîne, panebarên biyanî li wir bicîh dike matmayî dibîne.

Ezîze bal kişand ku ji bo vegerandina xaka xwe ji bilî berxwedanê tu vebijêrkek din nîn e û got: “Tişta bi zorê hatiye girtin, ancax bi zorê bê vegerandin.”

 “HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIRYARÊN DAGIRKERAN PAŞGUH DIKIN”

Cewahir El Îsa (40) ya ji bajaroka Silûkê û dayîka 6 zarokan jî hest û hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman: “Dagirkeran nehiştin em li axa xwe bin. Malên me dagir kirin û malbatên çeteyan bi cih kirin. Penaberên ji Hema, Idlib û Hismê li herêmên me bi cih dikin. Em jî di nava kampan de. Hêzên navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyeyê bêdeng in. Em ê li hember hemû şert û mercan berxwedan bikin û teqez vegerin mala xwe.”

(şx/a)

ANHA