​​​​​​​Ji bo 29 şehîdan mûm hatin pêxistin

Ji bo 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Hişbirê yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, mûm hatin pêxistin.

​​​​​​​Ji bo 29 şehîdan mûm hatin pêxistin
9 cotmeh, 2023   16:52

Dewleta Tirk a dagirker duh (8′ê Cotmehê) Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê ya li Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê Kobanê, ji bo 29 şehîdan mûm li qada Jina Azad pêxistin û çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ′′Ji destpêka Şoreşa Rojava ta roja îro bi hevkariya dewletên navneteweyî re êrişên cur bi cur li ser herêmê hene. Weke tê zanîn dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Vaye bi rojan jî êriş dike û  nabeje ev Kurd e, Ereb e, Asûr an jî Suryan e. Lê em ê bi yekitiya xwe bi ser bikevin."

Bîranîn bi dirûşma ’ Şehîd Namirê ’ bidawî bû.

(ekîp/bb)

ANHA