Di meşa li dijî komployê de de peyama berxwedanê

Bi hezaran koçberên Efrînê û welatiyên di meşa li hemberî komploya 9′ê Cotemhê de, peyama berxwedanê da. Şêniyan got, ew ê têkoşînê xurt bikin ta herêmên dagirkirî rizgar bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

9 cotmeh, 2023   15:46

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdarî meşê bûn ku ji rêya navbera bajarokê Babnis û navçeya Fafînê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Bi berxwedana gel û gerîla em ê komployê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Dagirkerî û gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama komploya 9′ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo ye" hatin vekirin.

Meş li qada Dibistana Ajokariyê ya başûrê navçeya Fafînê rawestiya. Rêvebera Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên axivî û got, ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest mîsogeriya jiyaneke azad e

Necah Hisên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî berdewama komploya 9′ê Cotmehê nirxand û got: "Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li hemberî van planên bisekinin, em ê têkoşînê xurt bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso jî bal kişand ser rola fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di ronîkirina rêya civaka êzidî û got: "Wekî civaka êzidî ya li Şehbayê em ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê berdewam bikin heta herêmên dagirkirî rizgar bikin û Rêbertî di nav gel de bibînin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA