Komploya 9′ê Cotmehê li Şamê hatin protestokirin

Kurdên li Şamê komploya navneteweyî ya 9′ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Komploya 9′ê Cotmehê li Şamê hatin protestokirin
9 cotmeh, 2023   17:29

Bi dehan şêniyên taxên Zorava û Rukenedîn ên Şamê bi meşekê  Komploya navneteweyî ya 9′ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê protesto kirin.

Meş li taxa Zorava hat lidarxistin. Di meşê de hevseroka Meclisa Gel a Şamê Newroz Xelîl axivî û got, armanca ji kamploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkbirina Rêbertî û gelê Kurd bû.

Newroz diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan komplo pûç kir û wiha dom da axaftina xwe: "Rast e Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye, lê ramanên wî azad in. Rêbertî di girtîgehê de gelek parêzname nivisandin û li hemberî şerê dermirovî û şerê ku dewleta Tirk pêk tîne, li ber xwe dide."

Newroz Xelîl ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

(bb)

ANHA