​​​​​​​Malbatên şehîdan komploya navneteweyî şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdan komploya navneteweyî şermezar kir
9 cotmeh, 2023   15:07

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê li ber avahiya xwe ya li navenda bajar kom bûn û bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. Endamê meclisê Mehmûd El Îdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, komploya navneteweyî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî  gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz bû.

Malbatên şehîdan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdulalh Ocalan jî û got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferz kirye, nahêle malbat û parêzerên wî hevdîtinê bikin, ji ber ku ramanên wî tirs xistiye dilên pergalên zalim."

Malbatên şehîdan tecrîd wekî berdewama komploya navneteweyî nirxandin û tevahî kiryarên dermirovî û derexlaqî yên li dijî Rêbertî û gelên azadîxwaz şermezar kirin.

Malbatên şehîdan di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku erkên xwe bi cih bînin, dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(bb)

ANHA