Ji ber êrişan bi 56 milyon dolaran zirar gihîşt stasyonên kehrebeyê

Dewleta Tirk a dagirker stasyona sereke ya hilberandina kehrebeyê li herêma Cizîrê û 4 stasyonên belavkirina kehrebeyê rûxandin û ji xizmetê derxistin. Bi vê yekê kehrebe ji ser 2 milyon mirovên li herêmê, cihên xizmetguzariyê, tenduristiyê, firin û stasyonên avê jî bi temamî qut bûye. Zirarên madî yên ji ber êrişan di stasyonan de çê bûye zêdetirî 56 milyon dolar e.

Ji ber êrişan bi 56 milyon dolaran zirar gihîşt stasyonên kehrebeyê
7 cotmeh, 2023   10:45

Ji 5`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên biçek bi dehan saziyên jiyanî û yên xizmetiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin, ku di nav de stasyon û navendên hilberandin û belavkirina kehrebeyê yên herêma Cizîrê jî hene.

HESEKÊ

5`ê Cotmehê: Dewleta Tirk a dagirker stasyona bendava rojavayê bajarê Hesekê bombebaran kir. Vê stasyonê kehrebe dida taxên Nasira, Kelasê, Umran, Şerîa, Neşwa Şerqî, Neşwa Xerbî û gundên li ser rêya Hesekê-Til Temir û heta navçeya Çiyayê Kezwana. Dewleta dagirker her wiha xeta bendava rojhilat jî ku kehrebe dida gundewarê bakurê Hesekê bombebaran kir.

QAMIŞLO

5 û 6`ê Cotmehê: Balafirên şer û dronên biçek ên dewleta Tirk a dagirker stasyona belavkirina kehrebeyê ya li bakurê Qamişlo bombebaran kir û bi temamî ji xizmetê derxist. Li ser wê yekê kehrebe bi temamî ji ser nîvê bajêr qut bû. Dewleta dagirker her wiha stasyona hilberandina kehrebeyê bombebaran kir ya ku kehrebe dida “depoyên li bajêr, aşxaneya genim, poste, firina navendî, morg, nexweşxaneya dil û çav, nexweşxaneya Jiyan, nexweşxaneya portez, nexweşxaneyên taybet, bi dehan saziyên xizmetê mîna stasyonên sotmeniyê, stasyonên avê.”

AMÛDÊ

5`ê Cotmehê: Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê jî ku kehrebe dida navçeyê û her sê xetên gundên navçeyê, bombebaran kir.

DIRBÊSIYÊ

Stasyona kehrebeyê ya navçeyê ku kehrebe ji stasyona bakurê Qamişloyê digirt, ji ber êrişan ji xizmetê derket. Bi vê yekê kehrebe ji ser navçeyê, gundên wê, xeta ku kehrebe dida stasyona avê ya Elokê ku av dida bajarê Hesekê, qut bû.

TIRBESPIYÊ

6`ê Cotmehê: balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya navçeya Tirbespiyê bombebaran kir û bi temamî ji xizmetê derxist. Bi vê yekê kehrebe ji ser temamiya navçeyê, bajarok û 250 gundên girêdayî wê qut bû.

STASYONA SEREKE

6`ê Cotmehê: artêşa Tirk a dagirker ji bingeha 4 turbînên kehrebeyê yên stasyona Siwêdiyê topbaran kir. Di encamê de turbîna duyemîn bi temamî şewitî û zirar lê ya sêyemîn û çaremîn hat. Turbîna yekemîn jî di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker 23`yê Cotmeha 2022`yan de, ji xizmetê derketibû.

Bi hedefgirtina stasyona Siwêdiyê re, stasyona ku kehrebe li bajarê Dêrikê, herêma Koçerat, Til Koçer, Til Hemîsê û Til Birakê belav dikir, ji xizmetê derket. Bi wê re kehrebe ji ser piraniya herêmên Cizîrê qut bû.

Kargeha gazê ya Siwêdiyê, yek ji kargehên herî girîng ên herêma Cizîrê ye. kargeha yekane ye ku gaza malan li herêmên Bakur û Rojlatê Sûriyeyê belav dike. Stasyon, 4 turbînên hilberandina kehrebeyê ji herêma Cizîrê (kantonên Qamişlo û Hesekê) re dixebitîne.

Kargeha Siwêdiyê, stasyonên derxistina kehrebeyê yên din, 130 megawat kehrebe ji herêma Cizîrê re derdixe. Piştî ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 23`yê Cotmeha 2022`yan kargeh bombebaran kir, ev miqdar daket 40 megawat.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 5`ê Cotmehê kargeha gazê ya stasyona Siwêdiyê ku rojane derdora 13 hezar tûpên gazê derdixist, tobparan kir.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 4 stasyonên petorlê û gazê; Ewde, Zarbe, Seîde, Aliyan Ûle û zêdetirî 10 noqteyên petrolê yên ku piraniya wan li navçeya Tirbespiyê ne topbaran kirin. Ji van noqte û stasyonan, petrol û gaza pêwîst ji herêmê re tê derxistin.

Li gorî hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişan, zirarên pêşîn ên li 4 stasyonên veguhastinê hatine zêdetirî 6 milyon dolar e. Zirarên li kargeha Siwêdiyê jî zêdetirî 50 milyon dolar e.

ENCAM

Zirarên ji ber topbaran û bombebaranê li van kargehan hatine, bûn sedem ku kehrebe ji ser derdora 2 milyon kes li herêma Cizîrê, stasyonên avê, firin, nexweşxane, navendên tenduristiyê qut bibe.

(cx-şx)