14 şehîd bi merasîman tên oxirkirin

Cenazeyên 14 şervan û welatiyên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi merasîmên cuda tên oxirkirin.

14 şehîd bi merasîman tên oxirkirin
7 cotmeh, 2023   09:18

Merasîmên cenazeyên şervanên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyên ku di êrîşên 48 saetên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li herêmên Cizîr û Firatê tên pêkanîn.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ehmed Kindo li Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişlo tê oxirkirin. Merasîm berdewam dike.

Li navçeya Tirbesipiyê ji bo welatiyê bi navê Mihemed El Ilêwî li Goristana Şehîd Dilşêr merasîm tên çêkirin. 

Li bajarê Amûdê wê ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Elî Elî, Yunus Ebdulezîz El Mihemed, Selahedîn Mihemed Hesen û Mihemed Salih El Cilud li Goristana Şehîd Îsmaîl merasîm destpê kiriye.

Ji bo 5 şehîdên sivîl ên bi navê Ebdulrehîm Neesen, Îsmaîl Xelîl, Hudeyfe Huso, Gêlo Şêx Elî, Ebdulrehîm Hecî û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îsa Casim li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê merasîm tê pêkanîn.

Li Hesekê ji bo welatiyê bi navê Ebdullah Sedun Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecd Nîdal Damîn li Goristana Şehîd Dijwan a li gundê Dawidiyê merasîm tê çêkirin.

Merasîmên cenazeyan didomin.

(cx/a)

ANHA