Hemasê operasyon da destpêkirin, Îsraîlê rewşa şer îlan kir

Baskê leşkerî yê rêxistina Hemasê tûgayên Izzedîn El Qesam dijî Îsraîlê operasyonê “Tûfana El Eqsa” da destpêkirin. Artêşa Îsraîlê jî rewşa şer îlan kir.

Hemasê operasyon da destpêkirin, Îsraîlê rewşa şer îlan kir
7 cotmeh, 2023   08:54

Îro (7 Cotmeh) danê siharê ji Xezayê bi dehan moşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Li gorî ajansa AFP`ê, piştî avêtina moşekan li herêmên cuda yên Xezayê jî dengê teqînan hat bihîstin. Artêşa Îsraîlê derdora nîv saetê herêmên Xezayê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin hêzên çekdar ji Xezayê derbasî Îsraîlê bûne.

HEMASÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

Fermandarê Tûgayên Izzedîn El Qesam, Mihemed Ed-Deyf bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan li dijî Îsraîlê operasyona “Tûfana El Eqsa” daye destpêkirin.

 Ed-Deyf, destnîşan kir ku operasyon li dijî kiryarên hêzên Îsraîlê yên li hemberî Mizgefta El Eqsa û şîdeta li ser jinan hatiye destpêkirin.

Ed-Deyf da zanîn ku wan di êrişa li dijî Îsraîlê de zêdetirî 5 hezar top û moşek avêtine.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ REWŞA ŞER ÎLAN KIR

Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir ku wan rewşa şer îlan kiriye. Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê Netanyahu di saetên pêş de bi rayedarên payebilind ên ewlehiyê re bicive. Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî diyar kir ku wan leşkerên yedek vexwendine.

(c)