Dagirkeran fabrîqeya çîmentoyê ji xizmetê derxist

Fabrîqeya Çîmentoyê ku bû hedefa bombebarana dewleta Tirk a dagirker, hilweşiya û ji xizmetê derket.

Dagirkeran fabrîqeya çîmentoyê ji xizmetê derxist
7 cotmeh, 2023   09:25

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev li başûrê Kobanê fabrîqeya çîmentoyê ya li ser rêya Helebê bombebaran kir. Fabrîqeya ku xizmeta avahîsaziya li herêmê dikir, ji ber êrîşê wêran bû.

Di dîmenên ku nûçegihanê ajansa me piştî êrîşê kişandine de, tê dîtin ku avahî hilweşiya ye û bi temamî ji xizmetê derketiye.

ANHA