Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in

Beşdarên çalakiya duh a şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji Qamişloyê diyar kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê, tevî hemû astengiyan jî li ber xwe bidin û got “Bila bizanin; em gelekî berxwedêr in.”

Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em miletekî berxwedêr in
7 cotmeh, 2023   08:12

Duh ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, gelê Qamişloyê daket qadan. Beşdarên çalakiyê nêrînên xwe bi ANHA`ê re parve kirin.

Osman Murad diyar kir ku êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan ne nû ne û got: “Bila nefikire ku bi çend êrişan em ê bitirisin û rêya koçberiyê hilbijêrin. Bila bizane; em gelê berxwedêr in. Ew parçebûna me dixwaze, em parçe nabin û ji dîroka xwe dûr nakevin.”

Ehmed Îbrahîm jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên valakirina herêmê, got ew ê ne bi top, ne bi balafiran ne jî bi tankan ji bajarê xwe dernekevin û wiha axivî: “Heta ku xwîn di laşê me de hebe, em ê bi îradeya xwe li hemberî êrişan rawestin. Piştevaniya QSD`ê bikin, em wek ciwanên Kurd ji bo welatê xwe ji her tiştî re amade ne.”

Armanc Mihemed destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin û destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin.

Armanc Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker heta êrişî koçberên di kampan de jî dike, rasterast civakan dike hedefa xwe û wiha got: “Êrişî projeya neteweya demokratîk dike, em ê jî wek gel Rêveberiya Xweser rêya xwe ya serkeftinê dibînin. Tevî hemû astengiyên wê îradeya me nayê têkbirin, divê em li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.”

Mihemed Cemîl diyar kir ku di pêvajoya heyî de ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku her dem li ser pêyan bin û derketina gel a li hemberî êrişan, îsbat dike ku gel xurt e.

Reda Hesen jî got: “Erdogan çavê xwe bera welat û xaniyên me, qey dewleta wî çavê wî tije nekiriye? Em jî ji warê xwe dernakevin. Bi kolandina bîran û kişandina avê ya bi dewlikan mabe jî, em ê bikin.”

Mezher Şêxo jî bal kişand ser hedefgirtina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Navê wê qirkirin e, dewleta Tirk di dîroka xwe de gelê Kurd qebûl nekiriye. Çiraya Kurdan li kîjan deverê pêketibe, xwestiye vemirîne.”

Muhened El Îdan da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li gorî vê yekê jî êriş û planên xwe pêk tîne.

Her wiha Terad Hisên bal kişand ser tevgera dewletên herêmê û hêzên navneteweyî û got: “Ev êriş di encamê tevger û xwesteka hemû dewletan pêk tê, bi van planan jî dewleta Tirk desthilatê dixwaze.”

ANHA