Ermenistan, Lîbya û têkiliyên Siûdiyê-Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibê der barê piştgiriya Fransa bo Ermenistanê, hilbijartinên Lîbyayê, têkiliyên Erebistana Siûdî-Îsraîlê û bandora wê li ser mijara Yemenê de nivîsîn.

Ermenistan, Lîbya û têkiliyên Siûdiyê-Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî ne
7 cotmeh, 2023   08:09

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Ermenistanê nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de bûyerên di saetên dawîn de li Qerebaxê qewimîne û daxuyaniya wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna ya piştî wan bûyeran, hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku têkiliyên Fransa-Azerbeycan ber bi qonaxeke nû ve diçin. Di dewama nûçeyê de daxuyaniya Catherine ya “tiştê li Qerebaxê rû daye dişibe qirkirina etnîkî” jî hat bibîrxistin. Li gorî rojnameyê, balkêş e ku cara yekemîn e ku rayedarekî Fransayê gotina “qirkirina etnîkî” bi kar tîne. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Heta niha, ji bilî Fransayê tu dewleteke Ewropayê piştgiriya xwe bo Ermenistanê ranegihandiye.”

PARÇEBÛNA LI LÎBYAYÊ

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lîbyayê de bi sernavê “Vegera parçebûnan rêveçûna nexşerêya li Lîbyayê asteng dike” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li Lîbyayê van rojan têkildarî pêşeroja xebatên siyasî li welêt nîqaş hene, nemaze piştî ku parlamentoyê qanûnên hilbijartinan ên komîteya 6+6 derxistine, erê kirin.

Di nûçeyê de bal hat kişandin ku niha li Lîbyayê têkildarî hilbijartinan nakokî heye; hinek alîgirên rêgeha hilbijartinê ne, hinek jî dixwazin ku qanûnên nû dîsa di ber çavan re bên derbaskirin da ku hilbijartin bi serkeftî bên meşandin û hemû alî encamên wê qebûl bikin.

Di dewama nûçeyê de cih da daxwaza serokê parlamentoyê Eqîle Salih ji Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres ya avakirina hikumeteke hevgirtî ku hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê li dar bixe, piştgiriya navneteweyî kom bike û hat goti: “Lê belê serokê meclisa dewletê Mihemed Tikale qebûl nekir ku guhertin bên çêkirin.”

Her wiha nirxandinên çavdêran ên mîna “helwesta serokê dewletê, wekî bersiva guhertinên ku parlamentoyê di qanûnên hilbijartinan de çêkirine ye û nîşan dide ku lihevkirinên berê yên herdu meclisê pêwîst e dîsa di ber çavan re bên derbaskirin, zemîna diyalogeke nû bê avakirin” jî hatin bicihkirin.

TÊKILIYÊN EREBISTANA SIÛDÎ-ÎSRAÎL

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî der barê têkiliyên Erebistana Siûdî -Îsraîlê de nûçeyek weşand. Li gorî rojnameyê, çi normalîzekirineke têkiliyan a Siûdiyê-Îsraîlê ya dema pêş dê cihê Siûdiye di stratejiya Amerîka li herêmê de xurttir bike û dê hevkariya ewlehî û leşkerî ya Siûdiyê-Îsraîlê bi rêya lihevkirinên ewlehiyê yên yekser yan jî yên bi sponseriya Amerîkayê jî xurttir bike. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ev yek tê wateya ku ew her hêz ji her demê zêdetir dê bikarin rê li pêş xurtbûna hêza “Ensar Allah” (Hûsî) bigirin û wê dorpêç bikin. Li gorî rojnameyê, Yemen serenavê sereke yê danûstandinên sêalî (Riyad, Til Evîv û Washingtonê) ye yên bi armanca normalîzekirinê tên lidarxistin.

(şx/c)