​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-10-2023
3 cotmeh, 2023   23:00

Rewşenbîr û rûspiyên Helebê got tenê Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe û projeya neteweya demokratîk dikare gel bigihîne ewlehiyê û li hember pergalên zordest û netewperest bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Helebê diyar kir ku çalakiya fedaî ku tîmek girêdayî Tabûra Nemiran li Enqereyê kiriye ji bo dewleta Tirk sûcên xwe rawestîne hişyariyek e û got “Ev çalakî peyamek e ku hêzên me dikarin her tiştî li her derê bê tirs bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku ew ê hata dawiyê piştgiriya gerîla bikin û got, gerîla mîsogeirya hebûna tevahî gelan e.

Endama Akademiya Jineolojiyê Zeynep Erdem destnîşan kir ku akademîsyen Nagihan Akarsel tovê jineolojiyê li çar parçeyên Kurdistanê çand û got “Nagihan ronahî, hişmendî, hêvî, hezkirin û bedewiya jinan bû. Biryardariya wê ya têkoşînê dê rêberiya me hemûyan bike.”

Ermenên Nagorno ya Qerebaxê xwe bi tenê li hember lîstikeke geosiyasî dibînin. Gelo rola rikberiya Rûsî – Amerîkî – Îranî bi beşdariya Tirkiyeyê bi rêya çeteyên Sûriyeyê di bûyerên li Ermenistan? (BI WÊNE)

Navenda Zanist û Lêkolînên Jineolojiyê yek ji berhemên şehîd Nagîhan Akarsel e. Endama navendê Rosîm Hesen destnîşan kir ku ev navend ji bo nifşên bê dikare bibe lêvegereke sereke û ji bo têkoşîn û xebata jinan arşîvek e. (BI WÊNE)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide rêgeza xwetêrkiirnê li gelek qadan bi dest bixe. Kargeha Semadê ya Şîn yek ji gavên piştgiriya qada çandiniyê ye û ji cotkaran re rojane 150 ton semad peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê dibistanan sererast dike û yên nû ava dike. Îsal 397 dibistan hatin vekirin. Her wiha ji bo sala bê plansaziyek daniye ku gundewaran jî digire nava xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Şêx Ebdulqadir li goristana şehîdan oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava roja “JINERJI” bi boneya salvegera yekemîn a şehîdxistina Nagîhan Akarsel li avahiya xwe li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên civaka sivîl a Helebê çalakiyek li dar dixe û daxuyaniyekê li pêşiya benda kontrolê ya Cezîrê ya hikumeta Şamê ji bo şermezarkirina dorpêça berdewam a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Şehbayê dide saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk xwepêşandanekê li dar dixe saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Kongra Star a Tirbespiyê xwepêşandanek li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pirtûkxaneya Şehîd Nagîhan Akarsel tê vekirin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)