Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama teqîna li Hesekê aşkera kir

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya encamên pêşîn ên lêpirsîna der barê teqîna Hesekê de da zanîn ku têkiliya wê teqînê bi tu karên terorîst û êrişên hewayî re tune ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama teqîna li Hesekê aşkera kir
3 cotmeh, 2023   20:23

Vê êvarê derdora saet di 20:15'an de teqînek li nêzî pira Beyrûtî ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê rû da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê vê bûyerê de daxuyaniyek da û da zanîn ku têkiliya teqînê bi kiryarên terorîst an jî bi êrişeke hewayî re tune ye.

Daxuyaniyê got: "Erebeyeke `jeep` li bajarê Hesekê rû da, di encamên pêşîn ên lêpirsînê de hat diyarkirin ku têkiliya teqînê bi kiryarên terorîst an jî êrişeke hewayî re tune ye."

(mh)