Zanîngeha Harvard a Amerîkî dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir

Cara yekemîn di dîroka xwe de Zanîngeha Harvard a Amerîkî dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir û tê de mijarên çand û dîroka Kurdan tên nîqaşkirin.

Zanîngeha Harvard a Amerîkî dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir
4 cotmeh, 2023   10:48

Zanîngeha Harvard a Amerîkî yekem car di dîroka xwe de piştî xwestekên xwendekarên zanîngehê yên Kurdistaniyan dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir.

Zanîngeha Havrvard a Amerîka ku zanîngeha lêkolînên taybet li bajarê Cambridge ê wîlayeta Massachusetts ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 1636′an de hate damezrandin û ji saziyên perwerdeya bilind li DYA′yê ye û ji nava saziyên herî navdar li cîhanê ye.

Dewreya vê payîzê vebûye, ne tenê girîngiyê dide perwerdekirina zimanê Kurdî ye, lê dê mijarên çand, dîrok û siyaseta Kurdan jî werin nîqaşkirin.

Zanîngehê bang li zayarê antropolog, profesorê zanîngeha Bentley, Ehmed Mihemed Pûr, ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye kir ku di vê dewreyê de ders bide.

Professor Ehmed Mihemed Pûr ji malpera The Harvard Crimson a xwendekaran re got: "Em ê çawa li ser têgehên Rojhilatê Navîn bêyî li ser perwerdekirina zimanê Kurdî yan jî fêkirina wê biaxivin? Ez bi vê gave kêfxweş im û di dawiyê de li gel me dewreyeke bingehîn a perwerdekirina zimanê Kurdî çêbû."

Pûr wiha domand: "Ez bi hêvî me Zanîngeha Harvard vê dewreyê di werza bê de jî dewam bike, li kêlek wê jî bijarteya zimanî pêşkêş bike ku xwendekaran li ser perwerdekirina zimanê teşwîq bike û fêrkirina zimanê Kurdî yên lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Harvard dişopînin bibe xwestekek."

(fr)