Panorama hefteyê: Dewleta Tirk hewl da bûyerên li Dêrazorê li gorî xwe bi kar bîne

Rojnameyên erebî hefteya borî di mijarên xwe de behsa tevgerên dewleta Tirk di dosyaya Sûriyeyê de, xwepêşandanên li Siwêdayê, rewşên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê û bûyerên dawîn ên li Qerebaxê kiribû.

Panorama hefteyê: Dewleta Tirk hewl da bûyerên li Dêrazorê li gorî xwe bi kar bîne
1 cotmeh, 2023   04:35

′TIRKIYE LI ZEMÎNEKE LIHEVKIRINA BI ŞAMÊ RE DIGERE′

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Tirkiye li zemîneke lihevkirina bi Şamê re digere′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku girîngiya çapemenî û siyaseta dewleta Tirk bi pêşdeçûna dawîn li Dêrazorê nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze zemînekê hevbeş di navbera xwe û Şamê de bibîne, da ku nakokiyên her du welatan rake. Rûbirûbûna bi Hêzên Sûriya Demokratîk re yek ji wan demên kêm e ku Enqere û Şam di van salên dawî de li ser xalên hevbeş li hev civiyane.

Li gorî rojnameyê, armanca daxuyaniyên dewleta Tirk ên piştgir ku Hêzên Sûriyea Demokratîk li Dêrazorê êrişan pêk tîne, nîşanda sekna xwe li kêlek Esed di dosyaya Dêrazorê de ye, bi wê yekê hêvî dike ku dan û standinên der barê dozên din de jî hêsan bike; hevdîtina Erdogan-Esed, vegera penaberan, vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê. Rojnameyê destnîşan kir ku li hember lihevkirina bi Esed re û dijberiya hevbeş ji Kurdan re dê serokkomarê Tirkiyeyê komên Sûriyeyê yên alîgir bike qurbanên wê yekê.

′FIŞARÊN LI SER XELKÊ SIWÊDAYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa parêzgeha Siwêdayê nûçeyek bi serenav “Fişarên li ser xelkê Siwêdayê” nivisî. Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku di roja 35`an de hikumeta Şamê fişarê li şêniyên parêzgehê kir. Kehrebe ji ser bajêr û taxên wê qut kir û hinek tevliheviya ewlehiyê çêbûn.

′DI NAVBERA ÇETEYÊN TIRKIYEYÊ DE ŞERÊ LI SER SERWERIYÊ′

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî nûçeyek li ser pevçûnên di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bakurê Sûriyeyê nivîsî. Rojnameyê got di navbera çeteyên bi navê ′Artêşa Nîştimanî′ û komên girêdayî ′Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê)′ de şer û pevçûnên çêbûn. Şerê wan li ser kontrolkirina deriyê Hemran e ku qezencên darayî, leşkerî wergirin û cihê xwe li bakurê Helebê xurt bikin.

ŞANDEYEKE SIÛDÎ DIÇE RAMALAYÊ

Rojnameya El Hura ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî filistînî nivisî ku tê payîn ku şandeyeke siûdî vê hefteyê li Ramalayê serdana serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas bike. Rojnameyê, ev serdan bi hewldanên dîplomsiyê ve yên normalîzekirinê di navbera Îsraîl û Siûdiye de girêdayî. Rayedarê filistînî ku Reutres`ê navê wî aşkera nekir got; nûnerê Siûdiye yê ji bo Desthilata Filistînê Nayif El Sudêrî serkêşiya şandeyê dike ku hefteya borî hatibû erkdarkirin.

QEREBAX ROLEK DI GUHERTINA TÊGEHAN DE DILÎZE

Der barê rewşa li Qerebaxê de rojnameya Şerq El Ewsat got dikarin bêjin çareserkirina rewşa li Qerebaxê encameke rasterast a şerê li Ukraynayê ye. Her wiha rojnameyê diyar kir ku operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê derfeta guhertina sînoran bi rêya hêzê, nû kir û pergala navneteweyî felc kir. Li aiyekî din, helwesta azerî li hember nakokiyê, têgeha mafê diyarkirina çarenûsê bi destê gel e, darbe kir.  Bi rêya vê rêgezê Rûsya gelek beş ji Ukraynayê qut kir û tev li axa xwe kir. Serdestiya dewletan a qanûnên navneteweyî bin pê kir. Kesek behsa mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Ermen nake. Ev tê wateyê encamên şerê Qerebaxê, derfetên Rûsyayê di diyarkirina çarenûsa gelan de, kêm kirin. Lê xisarên Moskovê ne tenê ev in.