​​​​​​​′Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de li heqîqetê digeriya′

Rojnamevan Mistefa Elo yek ji hevreyên rojnamevan şehîd Seyîd Evran e anî ziman ku şehîd Seyîd Evran her tim li heqîqetê digeriya.

​​​​​​​′Di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de li heqîqetê digeriya′
30 îlon, 2023   23:35

Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran yek ji pêşengên tevgera ragihandina azad li Kurdistanê ye di 22′ê Îlonê de ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

Rojnamevan Mistefa Elo yek ji hevrêyên şehîd Seyîd Evran rêwîtiya têkoşînê ya şehîd û xebata wî ya li Efrînê beriya ku were dagirkirin, vegot.

′JI TAYBETMENDIYÊN WÎ TEVKARÎ Û MIROVAHÎ BÛ′

Mistefa Elo anî ziman ku şehîd Seyîd Evran ji jiyanê û hevlatiyê hez dikir û got: "Sibeha zû şiyar dibû, êzing dişkenand û taştê ji hevalan re amade dikir. Li benda hevalan diman û bi hev re taştê dixwarin. Tevkarî û mirovahî sîfetên şehîd Seyîd Evran bûn."

Mistefa Elo behsa mirovahiya li gel şehîd Seyîd Evran kir û ev parve kir: "Li bajarê Efrînê kesek bi navê Edan Cindo ku di mejiyê xwe de astengdar bû, dihat gel şehîd Seyîd û jê re digot birçî ye. Şehîd Seyîd nanek dida wî û Ednan qetek nan vedigerand. Şehîd Seyîd bi vê nêzîkatiya xwe em fêrî dersekê kir û digot wî têra xwe nan bir û çavbirçîbûn ne baş e."

Elo anî ziman ku jiyana Seyîd Evran bi xwe dibistanek bû.

′LÊGERÊ HEQÎQETÊ BÛ′

Mistefa Elo destnîşan kir ku her bûyerek ji bo şehîd Seyîd Evran dibû mijara lêkolînê û got, şehîd Seyîd Evran di rêwîtiya xwe ya têkoşînê li heqîqetê digeriya û dixwest bighêje rastiyê.

′EVÎNDARÊ XWEZAYÊ BÛ Û TÊKILIYÊN WÎ BI CIVAKÊ RE XWEŞ BÛN′

Elo diyar kir ku têkiliyên civakî yên şehîd Seyîd Evran  xurt bûn û wiha domand: "Bawer nakim, yên ku heval Seyîd ditîbin jê hez nekiribin. Peywendiyên wî bi hemûyan re hebûn û têkiliyên wê bi wan re xweş bûn."

Mistefa Elo destnîşan kir ku şehîd Seyîd Evran ji jiyana bajarvaniyê hez nedikir, lê ji jiyana gund û çiyayan hez dikin û got: "Di sala 2014′an de wêneyekî Rêber Abdullah Ocalan li ser çiyayekî navçeya Bilbilê hat xêzkirin. Em bi hev re çûn wî cihî. Ruxmî rewşa wî ya tenduristiyê û mercên cih, şehîd Seyîd Evran  bi karmeya xwe bi çiya ve hikişiya û nûçeyek li ser vî cihî nivisî."

Mistefa Elo got, ew ê şopdarên xeta şehîda bin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Ji me tê xwestin em rihê lêgerînê kûr bikin, xeta şehîdan bişopînin û xwe pêş bixin.  Ji ber ku heval Seyîd mamosteyê hemûyan bû, divê van  xwedî li armancên wî derkevin û pêk bînin."

(bb)

ANHA