' Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin'‎

Ciwanên Efrînê yên li kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ‎û komploya ku ji 9′ê Cotmeha 1998′an ve dewam dike Şemezar kir û diyar kir ku heya pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ‎ew ê li qadan bin.‎

' Li hemberî tecrîdê bê deng nemînin'‎
1 cotmeh, 2023   00:45

Ji Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin. Lê li kêlek wê jî dewleta Tirk a dagirekr cezayên dîsplînê û tecrîdê dewam dike. Der barê mijarê de ciwanên Efrînê bertek û hêrsa xwe nîşan dan.

Çend rojên din komploya navneteweyî yak u di 9′ê Cotmeha 1998′an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye. Der barê mijarê de ciwanên Kurdistanî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind dikin.

Cûdî Mistefa diyar kir ku heya niha tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê ‎meşandin û wiha got: "Di vê dawiyê de li ser Rêber Apo giran kirine û ev yek jî li ‎pêş çavên tevahî cîhanê tê kirin. Xwesteka wan projeya Rêber Apo ya ji bo gelan têk bibin. Rêber Apo di Rojhilata Navîn de tevahî gel li hev kom kirin. Ji ber vê jî ‎dixwazin projeya Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn bi tecrîdê têk bibin. Em jî li Bakur ‎û Rojhilata Sûriyeyê fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşînin û diparêzin."

Her wiha Dicle Mamo diyar kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê li dijî gelan pêk tînin û wiha domand: “Ji ‎destpêka tecrîdê ve, dewleta Tirk dixwaze gel ji Rêbertî qut bike. Lê bi ser neket. Ji ‎ber wê tiştek di destê wê de nema, ji bilî ku gef li Rêber Abdullah Ocalan bixwe.”

Dilovan Elo jî wiha got: “Tişta li ser Rêberê me tê kirin, sûc e û kiryarên derexlaqî ne. ‎Gelo ka qanûnên navneteweyî, ka mafên mirovan? Rêxistinên ku îdia dikin mirovî ne ‎li ku ne? Çima erkên xwe bi cih naynin? Çima bê deng in? Em ciwan bê deng ‎namînin û heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be, em ê her tim li qadan bibin.” 

ANHA‎