Meclisa Jinan komploya navneteweyî şermezar kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîda dewam bikin.

Meclisa Jinan komploya navneteweyî şermezar kir
30 îlon, 2023   12:05

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şermezarkirina komploya navnetweeyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Endama rêvebera Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Delal Mihemed bi zimanê erebî û endama meclisê Nesrîn Osman bi zimanê Kurdî bi beşdariya dayikên aştiyê û endamên meclisê li pêş navenda xwe ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan heta roja îro dewam dike û di şexsê Rêber Abdullah Ocalan tevahî gelê herêmê tê hedefgirtin. Armanca dewamkirina komployê heta roja îro dijminatiya yekser a ji hêla dewleta Tirk ve ye, da ku li pêş mîladeke nû ya demokrasiyê ku pê re gelên bindest rizgar dibin, bisekine.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tiştê divê niha gel bikin heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî, CPT′yê kir ku bi erkên xwe yên li hember tecrîdê rabin û tedbîrên guncaw bigirin ku malbat û parêzer serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Di dawiyê de diruşêmên ′Bê Serok Jiyan Nabe ′ hatin berzkirin.

(fr)

ANHA