Rûspiyên eşîrên Dêrazorê destwerdana derve red kir

Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê destwerdana derve li herêmê red kir û hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de şermezar kir.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê destwerdana derve red kir
30 îlon, 2023   11:51

Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina fitneyê li herêmê şermezar kirin. Bi beşdariya nûnerên meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan, komîteyên jinan û xelkê herêmê daxuyanî li pêş avahiya şaredariya gel a li Hecînê hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Meraşide ya bajarokê Sose Esed El Dexîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê destwerdanên rejîm û milîsên Îranê bi navê artêşa eşîran ên ji bo tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê û belavkirina şaneyên xwe li herêmê şermezar kirin.

Rûspiyan di daxuyaniya xwe de got ew baş dizanin rejîm fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derdixe, bi taybet di nava Kurd û Ereban de, lê bila baş bizane Kurd û Ereb birane û têkiliya wan ji sedan salan ve xurt û ew nikarin wan têkiliyan têk bibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rûspiyên Dêrazorê piştgiriya QSD′ê dikin û parçeyek ji QSD′ê ne û piştgiriyê didin tevgera li Siwêda û şêniyên wê ku mafên xwe pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ew israr in parastina maf, xak û civaka xwe bikin û nahêlin tu aliyek bi yekitiya neteweyî û hevgirtina civakî bilîze û dê li hember astengiyan yekgirtî û xurt bin.

(fr)

ANHA