Xelkê Cizîrê şehîdên meha Îlonê bi bîr anîn

Xelkê herêma Cizîrê şehîdên meha Îlonê ku di dem û salên cuda de şehîd bûbûn bi bîr anîn û got ew ê heta dawî li ser rêça şehîdan bin.

30 îlon, 2023   09:42

Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê û navçeya Amûdê merasîma bîranîna şehîdên meha Îlonê yên di dem û salên cuda de şehîd bûbûn, li dar xist.

Li hola Reşo ya Hesekê bi beşdariya malbatên şehîdanû endamên saziyên sivîl û leşkerî merasîma 116 şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdan û fedakariyên wan ên di oxira jiyaneke birûmet û azad de canê xwe daye, ditewînin."

Moro wiha domand: "Em ê heta dawiya nefesa xwe li ser rêça şehîdan bin, hêvî û armancên wan û serkeftinê pêk bînin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Melcisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê wiha got: "Berxwedana ku şehîdan raber kiriye pir mezin e û em pê serbilind in. Ji ber wan parastina gel û xaka xwe kir."

Dêrsim Hesekê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê di oxira azadiya gelê xwe û rizgarkirina xaka xwe de canê xwe bidin û parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser şehîdan û diruşmên ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

Li Amûdê jî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) merasîma bîranîna 21 şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de xelkê navçeyê û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, PYD′ê, Kongra Star, nûnerên sazî, meclisên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ziyor Şêxo behsa nirxên şehîd û şehadetê kir, fedakarî û rolên şehîdan ên parastina ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Şêxo wiha domand: "Gelê Kurd rastî gelek siaysetên dijber û komkujiyan hat, lê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me karî li hemberê bisekniya."

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser nirxandina şehîd Rustem Cûdî ji felsefeya neteweya demokratîk re û wêneyên 21 şehîdan hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi diruşmên ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q7j3wFUFbHs?si=Bck-yycRdhv-wJ9u" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>