Nameya koçbereke qerebaxî

Jineke qerebaxî nameyek li mala xwe hişt û azeriyên ku dê werin mala wê dagir bikin xwest ku malê paqij bihêlin, kulîlkên wê av bidin. Ji ber ku dizane dagirker, nizanin mirovahî çi ye û ew sûcdar in.

Nameya koçbereke qerebaxî
30 îlon, 2023   09:23

Di çarçoveya siyaseta qirkirinê de ku dewleta Azerbeycanê (hevalbenda Tirkiyeyê) li dijî ermenên li Qerebaxê dimeşîne, piraniya qerebaxî ber bi Ermenistanê ve koçber bûn. Malên ku bîranên wan tê de hene, li dû xwe hiştin. Ev wêne, qirkirina sala 1915`an a li dijî ermenan ji aliyê osmaniyan ve, tîne bîra mirov. Her wiha sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şengalê, Efrîn û Serêkaniyê kirine, zindî dikin.

Duh li ser Facebookê nameya jineke qerebaxî belav bû ku li mala xwe hiştiye û ji ber tirsa jenosidê jê derkeve.

Di serî de jina ermenî wiha nivisiye: “Min fikirî ku agir bi mala xwe bixim. Lê min dev ji vê hizrê berda. »

Jina Qerebaxî di nameya xwe de dibêje piştî ku wê dev ji biryara şewitandina male berda, firaq şûştin û li ser refikan danî, mîna ku li beda mêvanan be.

Jina Qerebaxî wiha got: "Di vê malê de rûmetpewer dijiyan, dixebitîn û ked didan."  Jina Qerebaxî dizanî kesên bi ser wan de tên dagirker in, wateya mirovahiyê nizanin û sûcan dikin û dê rojekê li mala xwe vegere û ji wan dagirkeran xwest ku mala wê paqij bimîne û kûlîlkên wê werin avdan ku hişk nebin.

(fr)