Îsal cenazeyên hezar û 290 penaberan ji beravên Tunisê hatine derxistin

Li beravên Tunisê ji destpêka îsal ve cenazeyên hezar û 290 penaberan hatin derxistin.

Îsal cenazeyên hezar û 290 penaberan ji beravên Tunisê hatine derxistin
30 îlon, 2023   07:17

Wezareta Karên Hundirîn a Tunisê ragihand ku ji destpêka îsal heta bi 18′ê Îlonê ve cenazeyên hezar û 290 penaberan li beravên Tunisê derxistin, piranî ji hemwelatiyên biyanî ne.

Wezîrê Hundirîn ê Tunisê Kemal El Feqî duh diyar kiribû piranî penaberên hewl didan koçber bin ji hemwelatiyên biyanî. Piştî keştiya wan li beravên welatên ber bi Îtalyayê ve diçûn noq bû û di encamê de 488 penaberan jiyana xwe dest da.

El Feqî aşkera kiribû ku ewlehiya Tunisê 5 hezar û 609 hewldanên derbaskirina sînorê ber bi beravên Ewropayê ve têk birin û 19 hezar û 33 kes rizgar kirin.

Berpirsekî Tunisî destnîşan kir ku hejmara penaberên hewl didan Deryaya Spî derbas bikin 72 hezar û 516 e û rêjeya tunsiyan di nav wan de ji sedî 20 derbas nake.

El Feqî ragihandibû ku 909 navbeynkar û kesên kiryarên koçberiya nefermî pêk tînin girtin û 824 keştî girtin.

Der barê mijarê gerînendeya Nivîsgeha Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li New Yorkê Rufin Menekdiwela got heta 24′ê Îlonê zêdetirî 2 hezar û 500 kes di navbera mirî û windayên sala 2023′yan de hatine qeydkirin.

(fr)